Jinên girtî bi hinceta ‘cîh nîne’ hatin sirgun kirin

15:21

JINHA

WAN - 6 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa Me ya Wanê dihatin ragirtin, bi hinceta 'cih nîne' sirgûnkirin.

Hevseroka DBP'ê ya Bajarê Wanê Caziye Dûman ad i 21'ê Adarê de hat girtin jî di nav de 6 girtiyên siyasî yên ji sirgûnî girtîgehên Sîncan û Gebzeyê hatin kirin. Ji van girtiyan Mizgîn Kirkagaç, Dîlan Bakay, Ferda Avci, Ferîde Kardaş û Bêrîvan Erol sirgûnî Girtîgeha Ragirtina Jinan a Gebzeyê kirin, Caziye Dûman jî sirgûnî Girtîgeha Sîncan a Enqereyê hat kirin.

(zt)