Ser nûçegihana me lêgerên keyîfî

16:42

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Nûçegihana me ya Erziromê Manolya Bulut, a ser rêya Amed – Çewligê li cihê lêgerînê ji wesayîtê derxisin, birin cihek dur bi saetan dan sekinandin û ser tiştên wê lêgerîn kirin.

Nûçegihana me ya Erziromê Manolya Bulut, di 30’ê Adarê de dema ku li Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Ataturkê dixwend bi hincentên di parkirinên xwe yên Facebookê de “operasonên PKK/KCK hatin kirin” parkiriye hat binçavkirin. Dema ku Manolya nûçeyên xwe yên çêkirî nîşanda ew şandin Şaxa TEM ya Erziromê li wê serbest hat berdan. Îro jî dema ku dê çubana Erziromê li ser rêya navbera Amed û Çewlikê de di xala qontrolê de polîsan ji wesayitê derxistin û ser tiştên wê lêgerîn kirin. Lênûsa êw ya nîşeyan pel bi pel lênêrîn, dema ku Manolya sedema ser wê tenê lêgerînkirinê pirsî jî bersiva “Me gumanbar dît” dan.

Piştî bi saetan ser tiştên wê lêgerîn kirin û dan sekinandin, paşê tiştên wê danê û cardin Manolya rêya xwe berdewam kir.

(zt)