ROJEVA 22’Ê NÎSANA 2016’AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:19


*Bi boneya 118. salvegera weşana Rojnameya Kurdistanê, rojnamevanên jin ên kantona Kobanê nirxandin kirin. Rojnamevanan di nirxandinên xwe da herî zêde bal kişandin ser rola jinê ya di rojnamegeriyê de.

* Jinên Wanê bertek nîşanî teklîfa AKP'ê ya der barê "rakirina destnedayîna" parlamenteran dan û gotin, “Li hember siyasetê qirkirinê em ê li pişta parlementerê xwe bin.”

*Şervana (YPJ) ê Fatma Seven (Tekoşîn Colemêrg) li nava kolanên Colemêrgê bi rukeniya xwe tê nasîn. Dayika Fatma Zubeyde Seven got ku Fatma dê her tim bi kenê xwe yê xweşik ji bo wê bibe efsane.

*Parêzer Gamza Yalçin li ser îstîsmara zayendi ya li ser zarokan rawestiya û got ku dewlet di cihê ku kesên zarokan îstîsmar dike ceza bike û zagonên bingehîn derxe, zarokên ku rastî destdîrêjiyê tên ceza dike. Gamze anî ziman ku ne sazî divê zarokên tên îstîsmarkirin bên parastin.

*Berxwedana rojnamegerên kurd ên ku di nobedariya nûçeyan de cih digire û bi armanca ji bo piştgiriyê ya zextên ku li wir tên pêşberî wan rojnameger Evrîm Kurdoglu di vê nobedariyê de cih girt. Der barê salvegera Rojnamegeriya Kurd de axivî û got: “Ji aliyê îqtîdarê ve ev 118 sal jinedîtîve hat dîtin. Paşeroja rojnamegerên kurd tune hat hesibandin. Lê belê di rastiya xwe de tiştek bi vî awayî tune ye. 22’ê Nîsanê ji bo rojnemegerên kurd gelek girîng e ji ber ku ew dîrokê dinivîsin. Dê dîrok bi tîpên zêrîn navên rojnamegerên kurd ên jin binivîse.”