Piştî li bendêmayîna bi mehan 3 cenaze teşhîskirin
11:54
JINHA
AMED - Li navçeya Sûrê ya Amedê cenazeyên Erhan Keskîn, Erdal Tekîn û Welat Bîlenê ku jiyana xwe ji dest da bûn bi testa DNA’yê hatin teşxîskirin.
Cenazeyên ku Bi mehane li Tipa Edlî ya Xarpetê hatin rawestandin bi testa DNA’yê hatin teşhîskirin. Hat ragihandin ku malbat wê di nava rojê de cenazeyên xwe bigirin. Malbatên Keskîn,Tekîn û Bîlen ev bi mehan e ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin di çalakiya nobedê de bûn. Çalakiya li Navenda Çandê ya Dîcle û Firat hê jî didome. 7 malbat nobedê digirin.
Cenazeyek din ji nava Surê derxistin
Her wiha, tevî ku hat gotin "Operasyon qediya ye", li Sûrê ev mihan e dorpêçî dewam dike. Ji navçeyê cenazeyekî din hat rakirin. Cenaze birin Nexweşxaneya Lekolîn û Perwerde ya Gazî Yaşar û nasnameya cenaze jî ne diyare.
(zt)