ROJEVA 23'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jinên Kantona Kobanê bi hatina biharê re dest bi çandiniya baxçeyên sebzeyan kiri. Jinên ku li hember ambargoya li ser herêmê aboriya komînal pêşdixin xebatê xwe nirxandin.

* Li Geverê jin ligel hemû qedexe û dorpêça hêza dewletê li taxên xwe tên cem hev û xebatên xwe bi aweyek komînal saz dikin. Jinên ku dibin dorpêçê de tên cem hev bi hev re têdikoşin.

*Halise Ali ya ku ji ber şerê dihat jiyan kirin ji Suriyê koçî Dîlokê kirî û ji aliyê malbata xwe ve bi darê zorê hatî zewicandin, di meha çaran a zewaca wê de jin serhat. Halise ya ku rewşa heyî ne pejirand û li gel dayika hevserê xwe jiyan dike got: "Em baş li hev dikin ji ber ku tiştên me her duyan jiyan kirî hemane."

*Hevseroka EMEP'a Edenê Sevil Araci got ku ew ji bo Mitînga 1'ê Gulanê ku li Edenê bê lidarxistin banga tevlîbûnê dikin ku hemu kedkar tevlî Mitîngê bibin.

* Endama KJA'ê Sebehat Tuncel di derbarê tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û konsepta şer a AKP'ê ya Kurdistanê nirxandin kir û anî ziman ku ji bo tecrît ji holê rabe divê jin zêdetir bixebitin.