Cenazeyê jinek li ser sînor hat dîtin
13:29
Nîsan
23
/ 2016
JINHA
ŞIRNEX - Li gundê Anabatê yê li sînorê Cizîr-Rojavayê, ji aliyê gundiyan ve cenazeyê jina bi navê Habîbe hat dîtin. Sedema qetilkirina jina bi navê Habîbe ne hat zanîn.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li sînorê rojava cenazeyê jinekê hat dîtin. Cenazeyê ku 3 roj berê li gundê Arnabatê hat dîtin, piştî gundiyan agahî da qereqolê bi ambulansê ew şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hat îdiakirin ku cenaze aîdî jina bi navê Habîbe ya ji Şirnexê ye. Jina ku dayika du zarokan bû, sedema mirina wê hîna ne hat hînbûn.
(rc)