Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar hat girtin
13:29
JINHA
MÛŞ - Li navenda Mûşê û navçeyên Kop û Dêrxasê di serdegirtinên malan de 35 kesên di nav re Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar jî heye hatibûn binçavkirin 15 kes bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin.
Li navenda Mûşê û navçeyên Kop û Dêrxasê polîsan beriya du rojan bi ser malên DBP'î û HDP'iyan de girtibûn di nav de Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar jî heye 35 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan 35 kes sewqî Edliyeya Mûşê hatin kirin. Dozgeriyê jî bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Ji 35 kesan 20 kes hatin berdan û di nav de Fîgen jî heye 15 kes bi heman îdiayê hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.
Kesên ku hatin girtin ev in: Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar, Endamê Meclîsa Şaredariyê Seyîthan Akkaya, Hevserokê HDP'ê yê Bajaroka Yoncaliyê Tahîr Agcan, Mahsun Suna, Veysî Kaya, Seyîthan Kaya, Zulfîkar Gunduz, Zahîr Yureklî, Fesîh Akdenîz, Cemîl Akdenîz, Muharrem Ozbent, Celal Koçkar, Orhan Çarikçi û Mehdî Kizilsoye.
(rc)