ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Malbata Endama YPS-JIN Evindar Kiliçarslan (Rojevin Garzan) ya ku li Geverê di êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe jidest dayî bi gotina wê ya 'Xudawenda dildara berxwedanê' dest bi nasandina wê kirin. Malbatê diyar kirin ku Rojevin zarokek heskiriya xwezayêbû. Malbatê da zanîn ku Rojevin li dijî mirina mirovan bû lê ji bo parastina gelê xwe çek hilgirt.
*Di daxuyaniya ser navê jinên ku li hember operasonên qirkirina nijadî herêmên rêveberiyên cewherî neterikandin de wiha hat gotin: "Pakize Nayir gotibû; 'Ger Botan serkeve dê mirovahî serkeve.' Em jî weke jinên vê mîrasê dewir girtî, her çiqas çeteyên sarayê bi ser me de bên, ji bo me jinan bitirsîne bedenên me bi armanca teşhir kirinê tazî bikin jî emê ticarî dest ji doza xwe bernedin. Banga me ji bo hemû jinan; deng bidin berxwedanê, roj roja tekoşînê ye."
*Jinên ku li Dersîmê xwe li hember bûyerên tacîz û tecavûzan birêxistin dikin, diyar kirin ku ew ê adeletê xwe avabikin û gotin ew ê her derê parastina cewerî pêk bînin. Endama OGK'ê Ayşe Esmer got, "Jinên ku parastina xwe dikin û rastî cezayên giran ji aliyê darazan ve tên jî dê bi serbikevin. Mêrên ku şîdet, tacîz û tecavûz ji bo xwe kirine çandek bila vê yekê baş zanibin, darê me yê sor dê her dem di parastinê de be."
*Fûara Pirtûkan a Wanê ya bi dirûşma " Bi pirtûkan aştî" cara dûyamîn tê li darxistin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban û xebatkarên weşanan bertekên xwe ji bo serde girtinên pirtûkan anîn ziman.