Di êrîşên çeteyan ên ser Kîlîsê de Fadile ya birîndarbû jiyana xwe ji dest da

12:01

JINHA

KÎLÎS - Jina bi navê Fadile Emîn a ku duh di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de li Kîlîsê birîndarbû jiyana xwe jidest da

Duh danê êvarê, roketek ji herêma Sûriyeyê ya di bin kontrola DAIŞ'ê de hat avêtin, li Kîlîsê ket. Ji ber vê êrîşê jina bi navê Fadil Emîn a 23 salî ya Sûriyeyî bi giranî birîndar bûn. Emîn tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.

(zt)