Şideta nava malbatê Hacer û zaroka wê qetilkir

15:44

JINHA

QERS - Li navçeya Qamuşan a Qersê hat îdia kirin ku jina du canî ya bi navê Hacer Taş întixar kiriye. Hat diyar kirin ku jina ciwan berî demekî rastî şideta hevjînê xwe hatiye û li malbata xwe geriya ye û ev tişt gotiye: "Li min dixin çeneya min dileyze ez nikarim xwarin bixwin. Min ji vir xilas bikin, li min dixin, min birçî dihêlin û xarinê nadin min."

Hat diyar kirin li navçeya Qamuşan a Qersê jina du canî ya bi navê Hacer Taş (20) întixar kiriye, jina ku ev 6 meh bû du canî bû, bi zaroka xwe ve jiyana xwe ji dest da. Hatibû îdia kirin ku Hacer xwe bi darve kiriye û cenazê wê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Eerziromê. Xizmêm Hacer ên ku hatin ber ATK'ê, destnîşan kirin ku Hacer bi malbata xwe ve berî demekî li Stenbolê vegeriyaye Qersê û ji hêla hevjînê xwe Ertan Demîr, dayik û bavê hevjînê xwe ve rastî şidetê hatiye. Meta Hacer Şukriye Boz bi lêv kir ku di laş û destên xwarziya wê de deqên reş hebûne, wê mirina xwarziya xwe bi riya telefonê bihîstiye û wiha got: "Duh sibehê gotin keça we întixar kiriye. Hevjînê wê berê jî lê dida. Ji xwe mirinek bi fikar e. Di rû û laşên wê de deqên reş hene. Întixar kiribe jî nekiribe jî berê şidet didît."

Şukriye da zanîn ku Hacer berî buyerê li malbata xwe geriya ye û wiha pêde çû: "Li dayik û xwişka xw egeriya ye û ev tişt gotiye, 'Li min dan, çeneya min dileyze ez nikarim xwarin bixwin. Min ji vir xilas bikin, li min dixin, min birçî dihêlin û xarinê nadin min. Ez li vir ji hêla hevjîn, xwezûr û xwasiya xwe ve rastî lêdanê têm.' Ji xwe di demê de telefon êdî qut dibe."

Şukuriye aşkera kir ku pişti telefon qut dibe, malbata wê dîsa lê digere û xwe nagihînê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dema dozger diçe mal telefonê nabîne, dema dîtine ku telefon lê dide feşartine." Dê cenazê Hacer piştî otopsiyê li Kîlyosa Stembolê bê definkirin.

(zt)