Li Antalya mirina jinekê ya gumanbar
15:53
JINHA
ANTALYA - Navçeya Muratpaşa ya Antalya jina bi navê Fatoş K. di malê de mirî hat dîtin, morayî qiraka wê gumana cinayetê anî bira mirovan.
Jina bi navê Fatoş a ku li Taxa Guvenlika navçeya Murtpaşa ya Antalya jiyan dikir li mala xwe mirî hat dîtin. Piştî Fatoş K. neçû ser karê xwe, xizmên wê çûn mala wê û hat zanîn ku Fatoş jiyana xwe ji destdaye. Ekîba tenduristiyê çûn cihê bûyerê û cenazeyê Fatoş K. ji bo karê otopsiyê rakirin Nexweşxana Tiba Adlî ya Antalya. Morayî ya qirika Fatoş gumana cînayetê anî bîra mirovan.
Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin, ji bo îfade girtinê hevjinê Fatoş birin Miduryeta Polîsan.
(dt/zt)