Li Taxên Şirnexê şer giranbû
15:54
JINHA
ŞIRNEX - Bajarê Şirnexê yê di bin bombebaranê de ye, li gelek taxên wê şer û pevçûnên dijwar rû didin.
Êrîş û dorpêça li dijî Şirnexê di roja 42'emîn de berdewam dike, li gelek taxên wê jî şer û pevçûnên bi rojane hatine destpêkirin, bi hemû dijwariya xwe didome. Taxên wekî Yenî, Îsmetpaşa, Cumhuriyet û Gazîpaşa, di saetên serê sibehê re şerên dijwar destpêkirin. Taxên ku dukel jê radibin, li gelek deveran şerên giran bi hemû dijwariya xwe didome. Her wih li taxên wekî Tekser, Vakifkent û Gundogdu jî şerên dijwar rû didin. Hat diyar kirin şerên li gelek taxan destpêkirin, li taxa Bahçelîevler jî belav bû û berdewam dike.
Li gelek taxên bajêr tevgera ambûlansan jî gelekî tê dîtin û li herêmê tevgera Balafirên Bê Mirov (ÎHA) jî didome.
(kom/zt)