ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Mamosteyên Peymangeha Şehîd Jiyan tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wek tewaneke mirovahiyê nirxandin û gotin, "Tu kes nikare îradeya me bişkîne, em rênadin ev tecrîd biser bikeve."

*Piştî rizgariya bajarokê Sirînê ji destê çeteyên DAÎŞ'ê welatî vedigerin cih û warên xwe. Fatma Xelef nişteciha bajarokê Sirînê kêfxweşiya xwe anî ziman û xwest ku herkes vegere ser axa xwe.

*Jinên malnişîn bi hatina ba hev û avakirina kooperatîfê re, ji bo jinên din jî mînakek îfade dike. Banu Akkuzu yê ku di dikanê nava Kaleyê de Kooperatîfa Hewildana Jin a AKEKA'yê avakirî diyar kir ku wan di serî de bi du kesî dest bi kar kirine û got niha hêjmarê wan gihêştiye 8 jinan. Banu a ku banga avakirina kooperatîfan li jinan kir wiha got, "Çîrokê jinên li welêt em tev dizanin. Divê em yekbûna xwe bi hêztir bikin û bên ba hev."

*Li Çiyayê Zagrosan berf dihele, bi derketina guldaxwînan re biharê rengê xwe nîşan da.

*Bertekên li ser pêşniyara AKP'ê ya rakirina destnedayînê didomin. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş got ku: "Rakirina destnedayînan dijî hiqûqê ye, aranjeyeke ku meşrûiyetê nas nake li pêşberî me ye."

*Jinên ku li kolanên Dêrsimê solan boya dikin gotin ku sol boya kirin ne têne kerê mêrane û bi keyfxweşî karê xwe dikin. Gava jin li kolanan solan boya dikin dibin şaşwaziyê de karê xwe berdewam dikin û di heman demê de jî debara malê dikin. Jina bi navê Ayten Konak ku ji aliyê hevjinê xwe ve rastî şidetê dihat ji şîdetê re got 'bese' dest bi karê boyê kir û got: "Dê jin bi têkoşînê bi ser kevin."

*Yusra Alî Xelef ku li Suriye mamostetî dikir û ji ber şerê Suriyê ji cih û warê xwe koç bû, niha li Êlihê di dikana nanêsêlê de têkoşîna jiyanê dide meşandin.

*Koma Bastetbola Jinan a Peyasê bi gotina "Jin rengê sporê ye" dest bi xebatê kir û bê navber xebatê xwe berdewam dikin. Antrenoru komê Dîlan Kardaş Kartal got, "Eger em ê zîhniyet û pergala desthilatdariyê bi hebûna jin hilweşînin, wê demê divê jin hişmendiyê spor 'karê mêre' ji holê rake û rengê xwe li qadê sporê bide diyar kirin. Em jî li vir jin bi sporê re armanc dikin vê pergalê hilweşînin."