Li Mêrdînê 3 Cenaze li benda teşhîs kirinê ne
12:18
JINHA
MÊRDÎN - Cenazeyê 3 kesên ku li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dane li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê li benda teşhîskirinê ne. Ger teşhîskirin nebe dê cenaze di hundirê 3 rojan de bi awayekî qorsan bên definkirin.
Berxwedana dirokî ya li Nisêbînê bê navber berdewam dike. Roja 18'ê nisanê 18 ciwanan di êrîşên dewleta tirk de li ser sînorê Qamişlo jiyana xwe ji dest dabûn. Ji wan kesan cenazeyên 10 ciwanan ji aliyê hêzên dewletê ve ber bi Rihayê ve hatin şandin û yên 8 ciwanan jî anîbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Cenazê 8 kesên ku jiyana xwe ji dest dayî anîbûn Mêrdînê, cenazeyê 5 kesan ji aliyê malbatên wan ve hatin teşhîskirin û li deverên cûda sipartin axê.
3 Cenaze piştî 3 rojan bi qorsanwarî dê bê definkirin
Cenazeyê 3 kesên din yên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê tên girtin li benda teşhîskirinê ne. Ger teşhîskirin nebe, li gorî zagona ku gelek nîqaş di derheqê wê de dihat kirin ya wekî revandina cenazeyan tê binavkirin, cenazeyên 3 kesên jiyana xwe ji dest dane di hundirê 3 rojan de dê bên definkirin.
(kom/zt)