ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, KCD'ê û Seroktiyê Daîreyê Xîzmetên Çandiniyê bi projeyê serayê re ji bo malbatên xizan û ên ku neçarî koçberiyê mane, xizmet dike û aboriyê zindî dikin. Jinên ku cihê xwe nava projeyê serayê de girtine, bi xebitandina axê re hilberînê pêk tînin.

*NÇM'ê li hember pença qirkirina çandî yê netew dewletê, bi rêxistin kirina çanda kurdî bersiv dide û amedekariya 2. Mihrîcana Çand û Hunera Kurdî dike. Komîteya mihrîcanê mûzîkjen Nurcan Degirmencî got, "Ji salê 90'î ve em hem têkoşîn didin hem jî hunera xwe didin jîn. Em dikarin bêjin ku me bi hunerê re têkoşîn da."

*Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got, "Ev tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan hem dijî hiqûqî ye hem welat bi xwe re dibe kaosê hem jî dibe sedem ku zêdebûna sûcên şer pêk were. Navekî din ê kûrkirina neçareserkirinê tecrît e û mesele girtina rêya hevdîtinan a bi birêz Ocalan re ye."

*Malbatên girtiyan tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tindiya ser girtiyan zêde dibe şermezar kirin û gotin: "Ew difikirin ku dema tecrîdê giran bikin, emê dest ji têkoşînê berdin, lê tiştek wiha nîne. Heya tecrîda ser Rêberê me û tindiya ser zarokê me nerabe emê jî ji derve têkoşîna xwe berdewam bikin."

*Li Kurdistanê tendûrên kevnar yên çanda kurdan bi destê jinê teşe digire û jin çanda çivakî berdewam dikin. Çiçek Ataş ku debariya xwe bi çêkirina tendiran pêktinê diyar kir ku karê bi heriyê gelek zehmet e û nanê wê ji ew qas bi tam û xweş e.

*Daxwaz û hesreta dayîka Asiya Aslan ew e ku carek din biçe tax û mala xwe ya şewtandine û hilweşandina ku ji aliyê leşkerên Tirk ve pêk hatiye bibîne. Asiya her roj diçe ser gira bilind û li ser Gevera şewt bi dilsojî klaman dibêje.

*Bertekên pêşniyara guhertina destnedayînan ku ji aliyê AKP'ê ve tê kirin ji aliyê parlementerên HDP'ê û CHP'ê ve didomin. Ji aliyê din ve jî hilbijêr ji bo vê bi bertek in. Rêvebera HDP'ê ya navçeya Fatîh a Stenbolê Fatma Arslan diyar kir ku ev darbeya siyasî tenê ji bo parlementerên wan nehatiye kirin di heman demê de li dijî vîna gel jî hatiye kirin.