Li Şirnexê berxwedan di roja 44'an de berdewam dike
12:03
JINHA
ŞIRNEX - Şervanên kurd yên YPS û YPS-JIN li dijî êrîşên hêzên dewletê yên bi tang, top û obusan 44 rojin di ber xwe dide. Hêzên dewletê ku nikarin têkevin bajar bi hawan, obusan êrîşî taxan dikin.
Şervanên kurd ên YPS û YPS-JIN ku kolan û bajar ji êrîşên dewletê diparêzin, 44 rojin li dijî êrîşên dijwar parastinê dikin û di ber xwe didin. Ciwanên kurd 44 rojin li dijî tang, top, hawan û obusan şerekî dijwar dimeşinin û parastinê dikin. Hêzên dewletê ku nikarin berxwedana ciwanên kurd bişkînin, tang, top û hawan li derdora bajar bi cih kirine êrîşên giran pêk tîne. Hêzên dewletê ku bi çekên giran êrîş pêk tîne, êrîşî taxên Bahçelievler, Îsmetpaşa, Cumhuriyet, Gazipaşa, Yenî û Aydinlikevê dikin. Ji ber êrîşên tang û topan di gelek xaniyan de şewat derket. Hat zanîn ku li taxa Îsmetpaşa bi sedan xanî hatin rûxandin. Hêzên ciwanên kurd YPS/YPS-JIN jî li taxên Bahçelievler, Îsmetpaşa û Aydinlikevê şerekî giran dimeşînin. Di şerê ku didome de agahiyên kuştin û birîndaran nehat girtin. Gelek ambulans çûn herêmê.
Li taxên Tekser, Vakifkent, Gundogdu û Qilabanê jî bi şev pevçûnên dijwar pêk hatin. Balafirên bê mirav bê navber firiyan.
(kom/zt)