ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:12
*Komîteya Rêvebirina Dibistanên bajarê Til Temir amadekariya ezmûnên 10.000 xwendekaran dikin.
*Şaredariya bajarê Dirbêsiyê bi projeyên xweser ji bo jinan derbasî demsala havînê dibe.
*Pisporê Nexweşî û Tenduristiya Zarokan Dr. Savan Gûnay di siteyekî de ji nasnameyê bijîşbûnê dûr têkîldarê zarokên penaber ên ku ji Sûriyê derbasî Tirkiyê dibin, nivîsên nijetperestî û zayendîperest parve dike.
* Ji ser dezgahên gulfiroşan banga 1'ê Gulanê: "Li her devera cîhanê vê rojê weke cejnê pîroz dikin, tenê li gel me şer heye. Bila qedexe nekin, emê bi gulên xwe, dehol û zirneyên xwe derkevin vê meydanê."
*Jinên Seyhanê ji bo piştgiriya welatiyên bajarên Kurdistanê Cizîr, Sur, Silopî, Şirnex û deverên dinê yên ku qirkirin lê berdewam dike helmet dan destpêkirin. Jinan bi pereyê ku komkirin ji zarokên Cizîr, Sur û Silopî re cil kirin û gotin: "Îro roja li bahev bûnêye û bila hemu kes piştgiriyê bidin helme ku me daye destpekirin."
*Li Şirnexa ku 45 rojin lê operasonên qirkirina siyasî berdewam dike, timên taybet mala nûçegihana me Aysel Işik îşkal kirin û li ser dîwaran gotinên weke, "Her tişt weke hun dizanin nîne JINHA, ev der Tirkiye ye" nivîsandin û agir berdan hemû kin û pirtûkên wê yên di malê debûn.
*Pîrtûka çîrokan ya Meryem Gulbudak ya bi navê "Min Behra Reş de veşêre" (Karadenîzde Sakla Benî) ji weşanxaneya Nîviskarên Jin derket. Nivîskar Meryem çirokên hemû jinên Behra reş ên kedkar, berxwedêr û yên rastî binpêkirina mafan tên di pirtûka xwe nîşan daye.
*Jinên Kobanê ên ku ji ber dagirkeriyê çeteyên DAIŞ'ê neçar man dev ji cih û warê xwe berdin û li konbajarên Wanê bi cih bibin, diyar kirin ku ew kelecana vegera axê xwe dijîn û gotin, "Li ser kevirê warê xwe jiyan kirin, çêtire ji xerîbiyê."
*Jinên ku piştî erdheja Nepalê zend û bendê xwe badan, li herêmên ku erdhej lê pêk hatî dest bi înşakirinê kirin. Jinên ku di qampande dimînin, dê çewan xwe biparêzin vedibêjin û li aliyê din jî perwerdeya, ajokarî, dirûnkerî, cilên rêsî çêkirin û hunera destan ji aliyê mamosteyek pispor ve ji wan re dibînin.