Girtîgeh Qoserê kirin baregeha tîman

12:14

JINHA

MÊRDÎN – Girtiyên li Girtîgeha Qoserê ji girtîgehê hatin derxistin û li dewsa wan tîmên taybet hatin bi cihkirin. Piştî biryara veguharindina girtîgehê derdora girtîgehê bi dîwarên beton hatin pêçan.

Girtîgeha Tîpa K1 ya li taxa Turgut Ozal a Qoserê ji tîmên taybet ve wekî baregeh tê bikaranîn. Girtîgeha ku lê girtiyên edlî diman, piştî biryara çêkiririna qereqolên li Kurdistanê, girtiyên lê şandin deverên cuda û dewsa wan jî ji tîmên taybet ve hat hiştin. Derdora girtîgeha ku ji tîman re hatiye veqetandin û tê îdîakirin ku lê bi dehan tîm hene bi dîwarên beton hatiye pêçan. Li ber deriyê girtîgehê jî 24 saetên polîsên di hundirê wesayita zirxî de ne nobetê digirin.

Hat hînbun ku girtiyên li Girtîgeha Qoserê dihatin girtin şandine Girtîgeha Mêrdînê û ya Midyadê.

(kom/zt)