Tîmên taybet li Nisêbînê dest bi talankirinê kirine

13:17

JINHA

MÊRDÎN – Di êrîşên li ser Nisêbînê de tîmên taybet bi navê lêgerîna malan dest bi talankirinê kirine. Hat zanîn ku bûroyên 16 parêzeran jî di nav de bi dehan kargeh û malen welatiyan hatine talankirin û hin amûrên bi qîmet yên welatiyan wenda ne.

Êrîşên li dijî taxên Nisêbîna Mêrdînê berdewam dike. Tîmên ku 46 roj in nikarin bikevin taxên Nisêbînê dest bi talankirina mal, kargeh û buroyên parêzeran kirin. Hat zanîn ku tîmên taybet bi navê lêgerina derdorê deriyên mal, kargeh bûroyên parêzeran û pasajên kirîn û firotinê yên dîrokî bi bombeyan teqandine. Tîmên ku deriyê bûroyê 16 parêzeran bi bombeya teqandin ketin hundirê bûroyan û li vir jî dest bi talankirinê kirin.

‘Amûrên bi qîmet yên parêzeran wenda ne’

Hat zanîn ku gelek amûrên parêzeran hatine şewitandin û gelek ji wan jî li holê nîn e. Caridin gelek agahiyên di derbarê şewitandina malên sivîlan jî di nav agahiyên ku ji Nisêbînê tên de ne. Êrîşên tîmên ku 46 roj in nikarin bikevin taxên berxwedanê berdewam dike û hêzên YPS û YPS-JIN jî bersivên giran didin tîman û destûrê nadin ku bikevin taxan.

(kom/rc)