Ji bo yên li ser axa xwe derdikeve kolana xwe cezayê pere!
16:42
JINHA
COLEMÊRG – Li Taxa Yenîmahalleya Geverê ku li gel hemû êrîşan jî bi hezaran kes terka mala xwe nakin, ji ber ku diçin serdana cîran û xizmên xwe gelek kes rastî 250 TL cezayê pereyî hatin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku dorpêç û rewşa awarte di roja 47'emîn de didome, zextên polîsan ên li Taxa Yenîmahalleyê didomin. Li taxê li gel hemû êrîş û qedexeyan jî derdora 7 hezar kes dijîn û welatiyên ku ji bo biçin serdana cîran û xizmên xwe an jî ji bo biçin dikanê dema ji malê xwe derdikevin, ji aliyê wesayîtên zirxî ve tên rawestandin. Welatî bi hinceta ku "qedexeya derketina kolanan binpê kirine" rastî 250 TL cezayê pereyî hatin. Welatiyên rastî ceza hatin dan zanîn ku li gel qedexe û cezayan jî ew ê derkevin kolanan.
(kom/zt)