ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Endamên Rêvebirên PYD'ê a bajarê Til Temir Hemdiye Hesen û Gulîstan Xelef êrîşê hikûmeta AKP'ê û artêşa Tirkiyê yê li hember qadên xwerêveberiya Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û balê kişandin ser berxwedana jinan.
*Li gorî lêkolîna pisporên tendûristiyê lêdana rûnê li binê piyan dermanê gelek derd û êşên laşê mirove. Ew bawer in ku lêdanana rûnên wekî rûnê zeytûnan, beyîfa tehl, rûnê reşreşkê û rûnê kuncî dibe sedem gelek derd û êşên bedena mirov derman bibin.
*Li Başûrê Sûdanê ji ber şerê ku di sala 2013'an de pêk hatî gelek zarok û jin rastî êrîşê zayendî û tecavûzê leşkeran hatin. Jina bi navê Marya hevjîn û zarokên wê ji aliyê leşkeran ve tê qetilkirin û keça wê a 10 salî rastî tecavûzê leşkeran tê. Marya ku hewildide canê xwe rizgar bike, li kampê rastî tecavûzê. Mary a ku di encamê tecavûzê de zarokek wê çêdibe, rûyê şer a rastî radixîne ber çavê mirovahiyê.
*Jinên Sendîkayan bi boneya 1'ê Gulanê Cejan Kedkaran a ku dê li Qada Îstosyê ya Amedê pêk were banga tevlî bûnê kirin û gotin: "Ji bo em li hember şer daxwaza xwe ya aştiyê biqêrin divê hemû kedkar 1'ê Gulanê li qada bin."
*Jinên di sala 1930'an de xizmên wan di Qetlîama Zîlanê de hatine qetilkirin pirsa ku wehşetên îro li "Roboskê, Şirnex, Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê pêk tên, gelo tu cudahiya wan ji Qetlîama Zîlanê heye? kirin û diyar kirin ku zîhniyeta dewletê bi qetilkirina kurdan re xwe dide avakirin.
*Bi boneyê 2. salvegera damezirandina RAJIN-Rojava, rojnamegerên jin diyar kirin ku ew li hember zimanê şîdet û qirkirinê têdikoşin û wiha gotin, "Ji bo ew feraseta ku bi zimanê şîdetê, bi pênûsa nêrtî di nava ragihandinê de rabe, pêwîst bû ku di şoreşê de bi aso û nêrîna jinê ragihandin xwe saz bike. Konferansa RAJIN-Rojava biryara vê yekê dabû û dest bi xebatê kir."