Cenazeyên komkujiya Cizîrê bi îşkenceyê tên defin kirin
14:38
JINHA
ŞIRNEX – Cenazeyê Servet Çurak ê di êrîşên qîrkirinê yên ser Cizîrê de jiyana xwe ji dest dayî, ji aliyê malbata wî ve ji Goristana Bêkesan ya Sîlopya hat girtin û li Cizirê bi astengiyên hêzên dewletê yên wekî îşkenceyê hate definkirin.
Cenazeyên Servet Çurak û Rêber Çelîk ku li Cizîrê di êrîşên qîrkirinê yên hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest dayî, ji aliyê malbata wan ve li ser encama testên DNA yê hatin teşhîskirin hatin wergirtin. Cenazeyê Servet Çurak yê ji bo definkirinê anîn Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve bi hinceta daxwaznameya definkirinê tûne ye hate astengkirin. Li ser astenga hêzên dewletê ya di bin germahiya zêde ya Cizîrê bi saetan ku wekî îşkenceyê, malbata Çurak daxwaznameya definkirinê ji Şaredariya Cizîrê vergirt û piştre destura defin kirinê hate dayîn. Piştî astengiyên hêzên dewletê cenazeya Servet, merasîma ku bi tevlîbûna nûnerên şaxa MEYA-DER’a Cizîrê hate definkirin.
Hêzên dewletê ku ji defin kirina cenazeyê Servet re bûyî asteng, di merasîmê de jî dîmen girtin.
Cenazeyê Rêber Çelîk jî ji bo defin kirinê ber bi Colemêrgê ve ket rê kirin.
(kom/zt)