Li DU yê ji bo 1'ê Gulanê govenda berxwedanê hat gerandin

15:42

JINHA

AMED - Xwendekarên Zanîngiha Dîcle bi boneya 1'ê Gulanê li kampûsa Fakulta Huquqê hatin cem hev û govenda berxwedanê gerandin.

Xwendekarên Zanîngiha Dîcle bi pêşangiya DUODER'ê li Fakulta Huquqê gihîştin hev û di çarçoveya çalakiyên 1'ê Gulanê de pîrozbahî kirin. Xwendekarên li nava kampûsê govenda berxwedanê kişandin, dirûşmên 'Bijî berwedana karkeran', 'Bijî 1'ê Gulanê' û 'Bijî bexwedana Surê' berz kirin. Bi sedan mamoste tevlî çalakiyê bûn û banga tevlîbûna mitînga 1'ê Gulanê ya li Qada Îstasyonê dê bê lidarxistin kirin.

(dt/zt)