ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
* Di encamê lêkolînek yê jinên Swêdê de hat diyar kirin ku heftê carek masî xwarin, betalbûna zîhnî ji holê radike, beden bi hêz dike û ji bo nexweşiyên movik dibe derman.
*Jinên gundê Sorkê ya girêdayî navçeyê Racoyê bi şînhatina giha û gulan re, dermanên xwezayî çêdikin.
*Suphiye Tekîn (45) ku hêj 13 salî bû dest bi çêkirina hilbîrînên keda destan kir û li ser piya xwe disekine diyar kir ku piştî hilberînên fabrîkayan derketin wateya keda destan nema.
*Jinên ku ne razîbûn li hember êrîşên wekîlên HDP'ê nîşan dan wiha gotin, "Ew êrîş li hember vîna wekîlên jin pêk hatî. Ev êrîşek taybet yê li hember jinan e. Em li gel wekîlên xwe ne. Wekîlên me darpkirin tê wateyê darpkirina gelê Kurde."
*Welatiyên Şirnexê yên ku ji aliyê hêzên dewletê ve bi zorê ji malên wan hatî derxistin li zozanên xwe kon vedane û dest ji axa xwe bernadin. Li hemberî polîtîkayên dewletê yên hilweşandinê welatî konbajarê xwe xweşdikin û têde jiyana xwe berdewam dikin.
*Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp da zanîn ku hikûmeta AKP'ê hesabê bertekên ku dê li hemberî daxuyaniyên wan bên dayîn kirine, ji ber vê yekê ji bo îmaja partiya oldar bi quwet bike xebatan dimeşîne û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê ji bo nelirêtî îstismarên zarokan û qetlîamên ku di dema wan de hatine kirin jinedîtîve bê dîtin hewl dide bide diyar kirin ku pirsgirêka bingehîn 'şerê dîn û îmanê' ye."
*Jinên ku ne razîbûn li hember êrîşên wekîlên HDP'ê nîşan dan wiha gotin, "Ew êrîş li hember vîna wekîlên jin pêk hatî. Ev êrîşek taybet yê li hember jinan e. Em li gel wekîlên xwe ne. Wekîlên me darpkirin tê wateyê darpkirina gelê Kurde."
* Orkestrayê Keçên Afganî ya ku ji 35 kesan pêk tê, ligel tehdîdên malbat û Talîbanê di gera xwe yê navnetewî de amedekariya derketina ser dîkê dikin.