Midûrê Nûçeyan ê ÎMC TV hat binçavkirin
11:50
Nîsan
30
/ 2016
JINHA
STENBOL - Midûrê Nûçeyan ê ÎMC TV Hamza Aktan, di serdegirtina polîsan de li mala xwe hat binçavkirin.
Midûrê Nûçeyan ê ÎMC TV Hamza Aktan, di serdegirtina polîsan de li mala xwe ya li Bahçelîevler a Stenbolê danê vê sibehê hat binçavkirin. Hat hînbûn, Hamza birine Şaxê TEM ê Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Stenbolê, ku li Aksarayê ye.
Tê gotin, Hamza ji ber parvekirinên xwe yên li medya civakî Twîtterê hatiye binçavkirin û li ser vê mijarê îfadeya wî tê girtin.
(rc)