DBP Mêrdîn: Dê hikumet bi polîtîqayên şaş encam negire

13:26

JINHA

MÊRDÎN - Rêxistina DBP'ê ya Mêrdînê bi daxuyaniyekê girtine hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan û 5 kesên pê re şermezar kir. Hevseroka DBP'ê Perîhan Agaoglu diyar kir ku hikumeta AKP'ê bi polîtîqayên şaş encamê negire.

Rêxistina Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê bi daxuyaniyekê girtina hevserokê DBP'ê yê Rêxistina Mêrdînê Omer Ocalan û 5 kesên ku pê re hatin girtin şermezar kir. Daxuyaniya ku hat dayîn li Odeya Hevserokatiya Rêxistina DBP'ê ya Mêrdînê bi tevlîbûna hevseroka DBP'ê ya Navenda Mêrdînê Perîhan Agaoglu, Hevserokê HDP a Navenda Mêrdînê Musa Alkan û Endamê Meclîsa Partiya HDP'ê Nazım Kok pêk hat. Hevseroka DBP'ê Perîhan Agaoglu axivî û diyar kir ku bi mehan e li hemberî rêveberên partiyên siyasî operasyonên qirkirina siyasî pêk tên û wiha got: "Tiştên ku li meclisa Tirkiyeyê tên jiyandin tabloya Tirkiyeyê bi giştî ye. Dixazin dengê gelên li Kurdistanê him di meclîsê de û him jî di nav gel de bidin qutkirin."

Perîhan anî ziman ku hevşaredarên wan, hevserokê partiyên wan, rêveber û gelek dildarên wan hatine girtin û wiha got: "Hikumet di nava polîtîqayên şaş de ne. Dê bi vê yekê jî encamê bi dest nexîne."

(kom/zt)