ROJEVA 01'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Di êrîşên bi mehan ser Surê berdewam kirî de travmayên jin û zarokan jiyan kirîn ji aliyê saziyên jinan ve hatin çavdêrîkirin. Ji bo derbaskirina travmayan saziyên jinan mal ziyaretkirin û gotin: "Ji bo derbaskirina travmayên jinan çî ji destê me bê emê bikin."
* Piştî ku dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê yê li Kobanê têk çû û welatî vegerîn warên xwe, jinên ciwan dest bi înşayê civakê kirin.
*Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknaz Uca bal kişand ser rol û rista jinên êzidî ku hem di dîrokê de hem jî di rizgarkirina Şengalê û avakirina wê de cih digirin û wiha berdewam kir: "Îro neviyên Derwêşê Evdî li Şengal, Kobanê û rajavayê Kurdistanê berxwedanek bêhempa derxistin holê. Vê berxwedanê li hemberî zîhniyeta dewletê ku tune dike serûbin kir."
*Zarokên Geverê yên ku ev 50 roj in dibin dagirkirin û dorpêça dewletê de ne ligel qedexeyê dev ji lîstikên xwe bernadin. Zarokên ku ne difarqa şer dene anîn ziman ku dewletê xaniyên wan şewîtandiye.
*Pîrebokên Kampûsê, diyar kirin ku têkoşîna jinan encax bi rêxistinê bihêz dibe û bangewaziya beşdarbûna atolyeyên xweparastinê kirin. Endama Pîrebokên Kampusê Melîke Avci da zanîn ku li hember pergala mêr çeka herî mezin piştevaniya jinan e.