Li Sêgirkê qedexe hat îlan kirin

09:54

JINHA

ŞIRNEX - Gelê Sêgirkê ya Şirnexê serê sibê bi banga "Qedexeya derketina kolanan" hişyar bûn.

Li bajarka Sêgirkê ya Şirnexê piştî cerdevanek hat kuştin, serê sibê banga "Qedexeya derketina kolanan" hat kirin. Li gorî agahiyên herêmê şevê din saet di 22.30'an de cerdevanê bi navê Salih Babat (45) rastî êrîşa çekdarî hat û bi giranî birîndar bû. Salih, ku nehat zanîn ji aliyê kê ve hatiye birîndarkirin bi helikopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî Salih rastî êrîşê hat ji mizgeft û maşîneyên zirxî banga "Heta emrekî din derketina kolanan hatiye qedexekirin" hat kirin.

Waliyê Şirnexê û Qeymeqamê Qilebanê jî heta niha têkildarî mijarê tu daxuyanî nedane.

(kom/zt)