Li Dîlok û Rihayê jî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê hatin betalkirin
12:14
JINHA
DÎLOK/RIHA - Piştî teqîna li Dîlokê hat diyar kirin ku mitînga 1'ê Gulanê ya li Rihayê hatiye betalkirin. Li Dîlokê jî ji ber teqîna çêbûyî Komîteya Amadekar a pîrozbahiyê di derbarê betalkirina çalakiyê de daxuyanî da.
Pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên ji hêla KESK, TMMOB û TTB'ê ve dihat payîn dê li Qada Topçu ya Rihayê bên pîroz kirin, ji ber êrîşa li dijî Midûryeta Polîsan a Dîlokêt, hat betalkirin. Rêxitinên kedê bi riya peyaman (SMS) ragihandin ku pîrozbahî ji ber teqînê hatine betalkirin.
DÎLOK
Piştî teqîna li ber Midûriyeta Emniyetê Dîlokê, ku saet di 09.20’an de pêk hat, rexistinê kedkaran ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî dan. Rexistinên ku di Komîteya Amedekar ya 1’ê Gulanê de cih digirin, bi rêya telefonê SMS ji hemû endamên xwe re şandin û diyar kirin, ku pîrozbahî ji ber teqînê hatiye betalkirin. Waliyê Tirk ê li Dîlokê Alî Yerlîkaya jî daxuyaniyek da û diyar kir, di teqînê de polîsek miriye, 9 jê polîs 13 kes birîndar bûne. Gorê çavkaniyê nexweşxanê tên jî 66 birîndar hene.
(zt)