52 kesên hewildan xwe bigihînin Taksimê hatin binçavkirin
13:16
JINHA
STENBOL - Li gorî agahiyên ku ji hêla Hiqûqa 1'ê Gulanê ve hatine dayîn, heta niha di çalakiyên 1'ê Gulanê yên li Stenbolê de 52 kes hatin binçavkirin.
Sazî û rêxistinên kedê ji bo 1'ê Gulanê li Bazara Gel a Bakirkoyê pîroz bikin, diherikin qadê. Her wîha rêxîtînên ku dîxwazîn lî Qada Taksî pîrozbahiyan pêk bînin, ji hêla polîsan ve tên binçavkirin. Li gorî agahiyên ku Hiqûqa 1'ê Gulanê dane, heta niha 52 kesên ku xwestin biçin Taksîmê ji hêla polîsan ve hatine binçavkirin. Hat diyar kirin ku 3 endamên BDSP û endamekî SODAP'ê piştî hatin binçavkirin, ew birin Qereqola Polîsan a Karakoy. Her wiha girseya ku xwest ji Mecîdiyekoy bimeşin Taksîmê, polîsan êrîşê wan kir, di êrîşê de xwendevanekî Alinterî ji çavên xwe bi bombeya gazê birîndar bû.
Rêxistinên wekî Yekitiya Têkoşînê, BDSP, SODAP û Dev-Tekstîl, xwestin li Kolana Talîmhaneyê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan nehişt daxuyanî bê dayîn û êrîşê girseyê kir, di êrîşê de 5 keksên ku navên wan nehatin hînbûn, hatin binçavkirin.
(zt)