Li Geverê anonsên 'Ji malên xwe dernekevin'
14:19
JINHA
COLEMÊRG - Li Geverê hêzên dewletê ji bo welatiyên ku ligel qedexeyê derdikevin kolanan anonsên "Qedexe berdewam e dernekevin qadan" kirin.
Li navçeya Gevera Colemêrgê dorpêça rewşa awarte 50 roj in didome. Welatiyên ku li taxên nû, Esenyurt û li taxên din dimînin ligel hemû qedexeyan derdikevin kolanan û jiyana xwe ye rojane berdewam dikin. Hêzên dewletê her çi qas operasyon û şer rawestiya be jî qedexeya derketina derve raneke û destûr nadin ku welatî ji malên xwe derkevin. Hêzên dewletê di mizgeftan de anonsên wek "Qedexe berdewam e ji malên xwe dernekevin" û "Lewra ra kesên qedexe îhlal bike de dê doz bê vekirin" dikin û li van taxan jî rewşa awarte bidin destpêkirin.
(kom/ho)