Nûçegihanê DÎHA yê Mehmet hat binçavkirin
17:53
JINHA
DÎLOK - Nûçegîhanê DÎHA yê Mehmet Hakki Yilmaz ê ku teqîna li Dîlokê pêkhat dişopand hat binçavkirin.
Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Mehmet Hakki Yilmaz ê piştî êrîşa bombeyî ya li dijî Midûreyeta Polîsan a Dîlokê çû herêmê û agahiyên detpêkê piştî demek şûnde hat binçavkirin. Piştî Mehmet bi riya telefonê agahiyên der barê teqînê de ragihand, têkilê jê qut bû. Li gorî agahiyên gihiştine parêzeran, li cihê buyerê rojanmegerek hatiye binçavkirin, lê der barê nasnameya wî de tu agahî nayê girtin. Piştî lêkolîn û lêpirsînê derket holê ku Mehmet hatiye binçavkirin. Rayedarên Midûriyeta Polîsan a Dîlokê mikur hatin ku Yilmaz di bin çavan de ye.
Piştî lêpirsîna parêzerê DÎHA yê rayedarên polîsan mikur hatin ku Mehmet, li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Dîlokê tê girtin.
(zt)