ROJEVA 02'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Komaleyê Alîkariya Rojava ji bo malbatên ku ji Cizîr û Geverê koçbûne xebatê piştevaniyê dewam dike. Komaleyê Alîkariya Rojava ji bo malbatên ku koçî bajar û navçeyê cuda kirine, zexîre, cil û cihê ku lê bimînin peyda dikin.
*Operasyonên hember Şirnexê vê carê me xwest bi zimanê zarokan diyar bikin. Zarokên ku bi dengê topan ji xew şiyar dibin, xeyalê wan vegera taxêye û pêk hatina aştiyê ye.
* Jinên Wanê yên ku bi zorê gundên wan hatin valakirin, niha jî bi qedexeyên li ser zozanan re rû bi rû ne. Jinên ku neçar mane ajalên xwe dora bajêr didin çêrandin, ne razîbûnên xwe anîn ziman û got, "Xêr û bereketê me tev gund û zozanên menin. Sebra me êdî li bajaran nayê, em ê çewan ajalên li bajêr xwedî bikin?."
*Yek ji sektorên mêtingeriya kedê yên herî mezin jî sektora kiştûkaliyê ye ku karkerên jin têde demsalî dixebitin e. Jinên di sektora kiştukaliyê de dixebitin gotin ku ew heqdesta xwe nagirin, ji neçarî di sektora kiştûkaliyê de bixebitin.
*Li Çînê ji bo hêjmara jin û mêr bibin wek hev zarokên keç ên ji Vîetnamê ji aliyê qeçexçiyên mirovan ve tên revandin, bi 3 hezar dolar difiroşin mêrên Çînê.