ROJEVA 03'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Li Kantona Efrînê bazar bi berhem û kedê jinan reng daye. Reşîde Kolîn diyar kir ku ew li malê şîr, mast, penîr û rûnê çêdike û li bazarê difroşe.
*Jinên gundê Dizê li ber veçirîna hiriyê re sohbet dikin û çaydanê çayê jî ji sohbeta xwe kêm nakin.
*Ji ber nebûna derman li çiyayê Şengalê nexweşî zêdebûne. Jinên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li çiyayê Şengalê bicîhbûne diyar kirin ku Asayişa PDK'ê nahêle ji bo wan derman û xwarin biçe.
*Têkîldarê rojê 1'ê Gulanê me ji jinên karkerên çandiniyê pirsê wateyê rojê kir. Jinên karker ên ku neçar mane rojê 1'ê Gulanê jî bixebitin wiha gotin, "1'ê Gulanê hatî bi xêr hatî, lê belê ji bo kê hatî em nizanin."
*Jinên bajarê Til Temir 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê, li jinên kedkar pîroz kirin û girîngiya kedê jinan nirxandin.
*Piştî fermanê jinên êzidiyên çiyayê Şengalê dibiniya Êzîdxanê de xwe rêxistin kirin. Di aliyê çapemeniyê de jî li ser Radyo ya Çira Şengalê bûn dengê berxwedana Şengalê li hemberî hemû fermanan. Jinên xebatkarên radyoyê gotin: "Ji bo em dengê Êzidiyan bigehinin her derê divê em radyo ya xwe mezintir û xebatkarê xwe zêdetir bikin."
*Zaroka dibistana navîn U. Z du sal û nîvan ji aliyê mêrên derdora xwe ve bû mexdurê îstismara zayendî. Li dibistanê bi axaftina U. Z a li gel servîsa rehberligê derket holê ku rastî îstismarê hatiye. Girêdayî îstismarê ji 5 kesên ku navê wan derbas dibe 2 jê hatin girtin.
*Aktivîsta Ekolojiyê Ozlem Yenîay a ku tevlî perwerdeyê salek yê Tevgera Karkerên Bejahiyên Bêax a Brezilya (Brezilya Topraksız Kır İşçileri Hareketi) bibû, ku di armanc de jiyanek altarnatîfa tip, perwerdehî, çotkarî û kolekftî heye wiha got, "Bîrdoziya tevger û têkoşîna ku li Brezilya hatî avakirin divê bê esas girtin û têkoşîna bejahiyên bêax bê despêkirin."
*Li ser daxwaza gelê Ereb li Bajar, li Naveda Zanist û Ramana Azad dewreyek perwerdeyê bi zimanê Erebî destpê kir.
*Jinên li Rojavayê Kurdistanê êrîşên li beramberî taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê nirxandin û banga bilindkirina têkoşînê kirin.