Berxwedana Nisêbînê di roja 51'an de berdewam dike
13:23
Gulan
3
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê ev 51 roj e bênavber bombebaran didome. Li navçeyê dengê çek û teqînan zêde dibe.
Li Nisêbîna Mêrdînê ev 51 roj ebênavber pevçûn lê didomin. Bi tankên li xeta sînor û qada newrozê hatine bicihkirin navçeyê bênavber bombebaran dikin. Nemaze Kuçeya Kanaryayê ya nêzî Nexweşxaneya Kevn a li Taxa Abdûlkadîrpaşayê bênav ber tê bombebarankirin.
Di encama bombebaranê de gelek avahî hatin hilweşandin û şewitandin. Li gel vê li navçeyê denê çek û teqînan her diçe bilind dibe.
(kom/zt)