ROJEVA 04'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Fatma Êto li hember çanda bajarvaniyê li ber xwe dide û diyar dike ku ew bi afrîneriyê xwe yê xwezayî pêdiviyên jiyanê pêşwazî dike.

*Peymangeha Şehîd Jiyan a bajarê Til Temir, amadekariya ezmûnên xwendevan dike. Xwendekarên ku di ezmûnan de bi ser bikevin dê bibin mamoste.

*Cîgirê Serokê Desteya Parastinê yê Kantona Efrînê Dîcle Hisên têkîldarê hevakriya dewleta Tirkiyê û komên çeteyan de nirxandin kir û wiha got, "Serkeftinên dîrokî yên giranbiha li Cizîr û Kobanê, bi dest xistina Bendava Tişrînê ya ku dewleta tirkiyê ji xwe weke xêzeke sor diyar kiribû, rizgarkirina herêmên weke Hol û Şedadê ji çeteyên DAIŞ'ê û serçûnên QSD’ê li Kantona Cizîrê re wan hêjt ku darbeyên gran bixwin."

* Li gundê Baterê yê Kerboranê her sal ji bo gel ji hevdu durnekevin û zarokên wan bi çanda gund mezin bibin haftiya despêka gulanê di seyrangehekê de gundî li hev kom dibin. Ji jinên ciwanên gund Dilber Turgut diyar kir ku ew ciwanên gund dixwazin li ser axa xwe li gundê xwe bijîn.

*Jinên ku bertek nîşanî tecrîta girankirî a li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan gotin, "Azadbûna Birêz Abdullah Ocalan azadiya tevahî civakê ye. Tenê Ocalan dikare aştî pêk bîne. Têkoşîna me ne ji bo rakirina tecrîtê, ji bo azadiya Ocalan dê dewam bike. Tecrîta ku li hember Abdullah Ocalan tê pêk anîn tê wateyê êrîşê hember jinan."

*Jinên alîgir li hember êrîşên ser Amedsporê ji bo demsal bê bang li tevahî jinan kirin ku cihê xwe di trîbûnan de bigrin û gotin ew bi yekbûnê û hevgirtinê bi hêz dibin. Endama Trîbûna Mor Şîlan got, "Di demsala bê de wek jinên alîgir em ê tev di bin sîwana Trîbûna Mor de li hev kom bibin û piştgirî bidin koma xwe. Tevahî jin li şûna ku li mal bertekê xwe nîşan bidin divê bên qadê û êrîşên ku pêk tê şermezar bikin."

*DBP ya ku gelek endamên wê ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin û girtin di 22 yê gulanê de diçe kongreya awarte. Endama Meclisa Jinên DBP'ê û MYK'ê Fatma Gul banga xwedîderketina li kongreyê kir û got: "Em bi gelê xwe re dest bi pêvajoyek nû bikin. Di vê kongreyê de emê rol û mîsyona xwe hîn zêdetir zelal bikin."

*Dewlet li Kurdistana ku lê dorpêç berdewam dike bi navê 'ewlehiyê' li nava bajêr bi wesayîtên zirxî girtina canê mirovan berdewam dike. Jinan diyar kirin ku li Kurdistanê stratejiya şerê taybet xistine meriyetê û gotin: "Her çiqasî ew bixwazin ser me tirsê bidin çêkirin, emê zêdetir bi hêzek mezin tevbigerin."

*Bi hinceta ku li Amedê di 29'ê Kanûna 2015'an de rojek grev kirine û saetek jî çalakiyê ders berdanê pêk anîne, ji aliyê Midûrê Perwerda Milî ve ji bo 5 hezar mamoste lêpirsîn hat dest pêkirin. Hevseroka Şaxa Egîtim-Senê Havva Karahancı têkîldarê mijarê wiha got, "Lêpirsîn ew ê têkoşîna me sar neke."

* Jinên Colemêrgî bi hatina demsala Biharê re li baxçeyên xwe dest bi karê çandinê kirin. Di saetên serê sibê yên zu de jin dadikevin nava bîstanên xwe û dest bi karê çandiniyê dikin.

*Parlamentera HDP'ê ya Colemergê Selma Irmak li ser polîtîkayên şer ku dewlet li Kurdistanê daye dest pê kirin û di encamê de gelek jin hatin qetîlkirin nirxandin kir. Selma got ku jinên kurd bi berxwedana xwe bersîv dane polîtîkayên dewletê û jinan li Cizîr, Sîlopiya û Surê bi sekna xwe ya zelal li hemberî dewletê sekînine.