Li Cizîra Botanê taxan xiradikin

14:14

JINHA

ŞIRNEX - Li Taxa Nûrê ya Cizîrê, bêyî li benda bersiva îtiraza bo dozgeriyê bê sekinandin dest bi hilweşandinê kirin.

Li Cizîr a Şirnexê piştî êrîşên qirkirinê yên 79 rojan li nava taxan hilweşandina malan ji aliyê hêzên dewletê ve li navçeyê didome. Li Taxa Cûdiyê li hin deveran hilweşandin didome, li gel vê Qaymeqamtiya Cizîrê Kolana Akaydin a li Taxa Nûrê girt û dest bi hilweşandinê kir. Her çiqas li hemberî vê hilweşandinê niştecihên taxê îtiraz kirin û bi rêya Baroya Şirnexê ev îtirazên xwe ragihandin Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê, bêyî li benda bersiva dozgeriyê bê sekinandin li taxê rûxandin dest pê kir û didome.

(kom/zt)