ROJEVA 05'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Zelîxe Reşîd (80) bêy ku astengî nasbike, xwe hînê xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî dike û wiha dibêje, "Dijmin ewqas êrîşê ziman û çandê me dike. Divê tevahî jin xwedî li ziman derên û xwe hînê xwendin û nivîsandinê bikin."

*Gelek nebatên ku nava rojê em dixwin lê sûdê wê nizanin hene. Yek ji wan bamî ye. Li gorî lêkolînan bamî ji bo gelek nexweşiyên mirov dibe dermanên xwezayî.

*Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Menal Mihemed girtina deriyê Sêmalka ji hêla PDK'ê ve nirxand û ev kiryar weke polîtîkaya koçber kirina gelê Rojava şîrove kir.

*Kovara Roperîn ya girtiyên siyasî a jinan bi hêjmara xwe yê 11. derket. Li ser devikê kovara ku li Girtîgeha Şakranê hatî amede kirin wêneyê Arîn Mîrkan yê ku li Kobanê hember çeteyên DAIŞ'ê çalakiyê fedaî pêk aniye heye û di nevaroka kovarê de jî helbest, maqale, akarîkatur û wêne cih digre.

*Bi hezaran welatiyên bajarokê Holê yê başûrê Hesekê piştî demekî dirêj ku şervanên QSD'ê bajar ji çete û mayînên DAÎŞ'ê paqij kirin, welatî zivirîn ser xaka xwe û jiyan ji nû ve ava dikin.

*Ozlem Tapu diyar kir ku dewlet piştevaniya wan ji bo gelên navçeyê Hezexê asteng dike û wiha got, "Eger em neçin, nûçegihan li wir nebin; wê dengê kesek neyê bihîstandin. Têkoşîna ku em mafdar dibînin divê em bi hêztir bikin."

*Jinên êzidiyên ku di Çiyayê Şengalê de xwe rêxistin dikin amadekariyên vekirina Waxfa Jin dikin. Endama Rêvebira Waxfa Jinan a Çiyayê Şengalê Zehra Silêman Xalid diyar kir ku rêxistina wan heye, lê dê xwe di biniya wekfê de hîn zêdetir berfireh bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.

*Koordînaysyona Piştevaniya ji Sûrê heta Cizîrê li Muglayê bi kampanyaya ‘Malbata Xwehbiratiyê’bi kîlometreyan rê bihevrebûnek ava kir. Bi biryara jinên ku li Datçayê hatin cem hev kampanyayê dest pê kir û niha li Datça, Bodrum û Marmarîsê xwe gihand 7 malbatî. Ji Koordînasyona Piştevaniya Ji Sûrê heta Cizîrê Hurriyet Karadenîz axivî û wiha bang kir: “Mirovên li Rojava dijîn û dibêjin em nabin hevkarê vî sûcî, hêviya xwe ya jiyana ligel hev wenda nekirine û dibêjin em hilweşînên wan tamîr dikin, tiştên ku bikin hene.”

*Dê di 2. Festîfala Çanda Kurdî de standa Kovara Jineolojiyê jî bê vekirin. Dê bi diruşma "Kovarek ji bo xwe yekê jî ji bo Cizîrê" stand bê vekirin. Dê dahata zêde bi kovarê bê ji bo deverên Kurdistanê yên ji nû ve tên avakirin bê şandin.

*Gundê Bogaz ê Erxaniyê li ber robarê Salarê HES'ê stunê barajê avêtin. Jinan ji bo Bogaz Çaya ku ji barajê bandor bibe gotin 'Bila xwazaya me tune nebe.'

* Komaleyê Jinên Kar a Wanê, bi armanca piştgiriya zarokên malbatên ku di encamê polîtîkayê dewletê de neçarî koçberiyê bûne, kampanya bi navê "Em xwe dighînin 100 zarokên maxdûrê şer" dan despêkirin. Seroka VIKAD'ê Meral Ayhan banga piştgiriya kermesa ku ew ê ji bo kampanya bidin dest pêkirin kir.