Li Berlin ê nûneriya Rojava vebû
16:19
Gulan
5
/ 2016
JINHA
AMED - Nuneriya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava li Berlînê vedibe.
Nunera Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya li Ewropayê Sînem Mihemed diyar kir ku wê ji bo karibin tekiliyên Elmanya û Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Rojava pêş bixin, sibehê li Berlînê Buroyek Nunertiyê vedikin. Ji bo vekirina buroyê wê sibehê, 6’ê Gulanê, saet 17.00’an gelek partiyên siyasî, endamên rexistinên saziyên sîvîl jî amade bibin.
Nunertiyên Rojava li Moskow, Stockholm û Pragê jî hatibûn vekirin. Demên pêş wê li paytexta Fransa Parîsê jî xebatên nunertiyê bêne meşandin.
(zt)