Li 15 taxên Dêrsimê qedexeya derketina derve
16:36
Gulan
5
/ 2016
JINHA
DERSIM - Walîtiya Dersimê li 15 gund û taxên girêdayî navçeya Mazgêrdê qedexe îlan kir.
Li 15 gund û taxên bi ser navçeya Mazgêrd a Dersimê di çarçoveya operasyonên leşkerî de heta emrekî duyemîn qedexeya derketina kolanan hate îlankirin. Di malpera înternetê ya Walîtiya Dersimê de hate gotin ku di çarçoveya Qanûna Îdareya Bajaran a 5442'yan de li gund û taxên Alhan, Cefan, Konacik, Seyîtler, Babîl, Aktarla, Koyunuşagi, Dayilar, Îbîmahmut, Dervîşler, Akpinar, Geçîtveren, Sarikoç, Yeldegen û Gûleçê qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin.
(zt)