ROJEVA 06'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Bi dirûşmeya "Ava xwe, Axa xwe û Enerjiya xwe bikin komînal" jinên bajarê Qamişlo dest bi çandinî û avakirina aboriya komînal kirin.

*Bi boneyê Rojê Dayîkan jinên Wanê diyar kirin ku dewlet her roj zarokên wan qetildike û gotin, "Ji bo me dayikan qaşo ew roj heye, lê dewlet zarokên me dikuje, kî wê roja me yê dayika pîroz bike?."

*Endama Akademiya Zanist û Ramana Azad ya Rojava Delîla Mihemed nêrînên xwe di derbarê êrîşên li ser Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de anî ziman û got, "Li Rojava têk çûn berê xwe dan bakûrê Kurdsitanê. Lê divê bê zanîn em ê tewîz ji jiyana bi rûmet nedin."

* Lobiya yê ku bijîşk û lêkolînvan wek şînahiyek mûcîzewî bi nav dikin, ji gelek derdan re dibe derman.

*Nivîskar-Rojnameger Pelîn Cengîz û endama Tevgera Ekolojiyê Nuray Yûce bal kişandin ser girîgiya rêxistinbûnê li hember projeyên hilweşînê a ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve li Kurdistanê tê pêk anîn û diyar kirin ku divê tevahî tevgerên ekolojiyê bi aweyek kolektîf hember polîtîkayê hilweşînê derên.

*Nivîskarên jin piştgirî dan kampanye ya "Ji darbeyê re na" bûn û gotin; "AKP bi zorê makezagonan îlegal deke. Ev darbeye divê em hemû li hemberî vê derkevin."

*Hamdiye Onen (Nuda Karker) ya YJA STAR’î ku jiyana xwe bi lêgerîna heqîqetê derbas kir, di 8’ê Gulana 2011’an de li Dêrsîmê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Xwişka wê Melîha ku du sal şûnde xwe gîhand cenazeyê wê, wiha got: “Xeyalên xwişka min yên di lêgerîna heqîqet û xweşikahiyê de rast bûn. Xwe gîhand heqîqet û xweşikahiyê.”

*Di rojên dawî de li rawestgehên otobûs, tramwey, trên yê Fransa afîşên ku darve kirine balê mirovan dikêşe. Li ser afîşê "Berxwedana Azadiya Jinan" tê nivîsin û wêneyê jinek ku li Rojava şerdike cih digre.