ROJEVA 07'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Her çiqas şeş sal li ser erdheja Wanê derbasbûye jî, bi rasthantina Roja Dayikan jinên ku li konteyneran dijîn xemginiya xwe anîn ziman. Jinên ku konteyneran de dijîn gotin ew şeş sale têkoşîna jiyanê didin û dexwaza jiyanek bi ewle kirin.

*Di derbarê gihayê zimanga de li Almanya, Danîmarkî û Îspanyolê bijîşkên jin li ser 589 jinan lêkolîn pêk anîne û di encamê de ji sedî %75 jin başbûne.

*Dayîkên Colemêrgê di derbarê roja dayîkan de axivîn û gotin: "Dayik diyariyan ji zarokên xwe digirin, lê em cenazê zarokên xwe digirin. Diyariya me dayikan hebûna zarokên me ye."

*Parêzer Ebrû Gûnay têkîldara tecrîta li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çûyîna CPT'î yê Îmraliyê wiha got, "17 sal pêvajoyek tecrît pêk hat û di encamê de ti guhertin çênebû. Mirov bi sempatiyek mezin nêzdibin û pirtûkên wî dixwînin. Di warê fîîlî de tecrît heye lê bandora hêza manevî rewşa tecrîtê derbas dike."

*Endama YPS-JIN Sîdar Ziyanek ku got ‘ez ne xayînim, ez bernamdim’ û li Nisêbînê jiyana xwe ji dest da, di 19’ê rojbûna wê de ji aliyê jinan ve tê vegotin. Dotmama Sîdarê, Hanim Çelîk got: “Xeyalên wê parêzertî bû. Lê di nav evqas bê edeletiyê de ne parîzerî, li qadên rêveberiya xweser şervanî tercîh kir.

*Xizmê dayîka Sîsê Bîngola ku li gundê Badana navçeya Gimgima Muşê di encama operasyona leşkerî de hate binçavkirin û bi hinceta "Endama rêxistinê ye" hate girtin, daxwaz kirin ku bila demîldest Sîsê serbest bê berdan.