Li sînora Rojava sivîl hatin gulebarankirin!
12:02
JINHA
KOBANÊ – Leşkerên tirk yên li hemberî Girê Spî li ser welatiyên Kantona Kobanê gule reşand, 2 welatî qetil kirin. Welatiyek jî birîndar bû.
Li gorî nûçeya ANHA hat diyarkirin ku îro saet 8:00`an de Artêşa Tirk li gundê Merkeba yê 27 km dikeve rojhilatê bajarê Girê Spî gule li 3 welatiyên ji gundê Şêranê yê Kantona Kobanê ku dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, gulebaran kirin. Di encmê de welatiyê bi navê Gulmihemed Temo yê 40 salî, ciwanê bi navê Mistefa Mihemed ê 22 salî jiyana xwe ji dest dan û Ebilxenî El-Elî yê 29 salî jî birîndar bû.
Hat ragihandin welatiyê ku birîndar bûye û cinazeyê 2 welatiyên din ên ku jiyana xwe ji dest dane rakirin nexweşxaneya niştîmanî ya bajarê Girê Spî.
(rc)