ROJEVA 08'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jinên Rojhlatê Kurdistanê di derbarê têkoşîna Şîrîn Elemhulî de wiha gotin: "Şîrîn Elemhulî bi têkoşîna xwe bû nimuneya jiyana azad û tu car ji zilmê re serî nizim nekir."

*Jinên Colemêrgê li ser cunî û destaran kom dibin, bi hev re ji genimê di cunî de dikutin xwarinên herî bitam çêdikin.

*Li Efrînê bi pêşengiya Mala Jinan xebatên piştevaniyê didome. Cihên kar û pêdiviyên jinan tê bicih anîn. Jinên ji Helebê koçber bûne bi alîkariya Mala Jinê fêrî xwendinê û dirûnê bûne û dibêjin ku "Mala Jinê navnîşana çareseriyê ye."

*Keça Ereb Zehra Elî ji ber heskirina xwe yê li hember zimanê Kurdî dev ji zanîngeha rejîmê berdide û di peymangeha ziman de xeyala xwe pêk tîne.

*Siyasetmedara Kurd Leyla Zana ku cil û bergên xwe yên bi kulîlk derxist û yên fermî li xwe kir, li kursiya meclîsê yekem car behsa gelên Tirk û Kurd kir, îro jî ji ber îbareya ‘Gelê Tirkiyeyê’ bikaranî dîsa ji heman kursiyan bertek dît. Leyla Zana 22 sal şûnde, piştî guherî qanûnê ya ji bo rakirina destnedanan de ku li Lijneya Giştî ya Meclîsê hatiye qebûlkirin, dîsa wê ji meclîsê bê derxistin.

*Di çarçoveya Koordinasyona Surê de Parêzerê Şaxa OHD'a Stenbolê Îlknur Alcan ku li hember bi lezgînî îstmlaqkirina Surê tekuşîna hiquqî dide got: "Em weke Koordinasyona Surê doza ji bo betalkirina îstmlaqa Surê me dayî despêkirin em dibêjin; 'Pevçun qediya binavê ewlehiyê hun nikarin îstimlaq bikin.' Divê ji wexfan nêrîn û desturê bigirin. Ev lezdana îstimlaqkirinê ne li gotî UNESCO yê ye."