Li ser Şirnexê êrîşên giran

12:43

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê, berxwedana xwerêveberiyê ya li hemberî hêzên dewletê, di roja 55. de ye. Bi top û obusan êrîşî taxan dikin.

Li Şirnexê, berxwedana xwerêveberiyê ya li hemberî hêzên dewletê, di roja 55. de ye. Piştî şerê duh bi şev ê li bajêr, hêzên dewletê danê sibehê top û obus avêtin taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Yenî û Bahçelîevlerê. Li dû vê bomberdûmana ku bi qasî saetekê dewam kir, şerekî dijwar destpê kir. Şer li taxên Bahçelîevler, Yenî û Îsmetpaşa giran e. Hêzên dewleta Tirk hewl didin bi êrîşa bi çekên giran bikevin nava taxan. Hêzên YPS/YPS JIN jî bi çekên ferdî bersivê didin û nahêlin hêzên dewletê bi pêş de biçin.

Liv û tevgera ambûlans û helîkopteran a li bajêr jî dewam dike.

(kom/zt)