ROJEVA 09'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Nivîskar û Rojnamevan Hamdiye Çîftçî Oksoz pirtûka xwe ya bi navê "Jin û Zindan" (ku rojnivîska jineke rojnemevan) li ser zor û zehmetiyên jinan pirtûk nivîsiye. Hamdiye diyar kir ku ew di girtîgehê de jî xebatê nivîsê berdewam kiriye û wiha got, "Êşa her jinek hêbû. Çîroka hemû jinan cuda bû lê her kes jî pey xeyalên cuda diçûn. Di esas de jî qedera hemû jina yek bû."
*Têkîldarê êrîşê û operasyonên dewleta Tirkiyê a ku li herêma bakûrê Kurdistanê pêk tîne, Rêvebera Navenda Çand û Huner Bihar Qamişlo diyar kir ku êrîşek qirkirina çandî pêk tîne dewleta Tirkiyê û wiha got, "Bi qîrîna azadiyê berxwedan bilind dibe."
*Jina ciwan Bistîn Ekinci ya ku di karê tekstîlê de dixebitî dest ji karê xwe berda û çu gundê xwe dest bi karê sewalvaniyê kir got: "Ez 3 salan di karê tekstilê de xebitim, lê wek jinekê bi min re pêşketin çênebû. Êdî jiyana bajar û karê tekstîlê ez teng dikirim û çiqas diçu ez ji civakê dur dixistim."
*Xwesteka fêrbûna zimanê Kurdî pêl bi pêl berfireh dibe û ji her temenî welatî dikevin kursên ziman. Yek ji jinên pêşengiyê ji fêrbûna ziman re dike Zergê Mîlêk got: "Zimanê me hebûn û nasnama meye, ji bo wê jî divê em li gel hemû karê xwe jî dem ji bo hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe veqetînin."
*‘Cesedê wek çiya giran’ yê Ulrîke Meînhof ya bi gotinên ‘li şûna ku xemgîn bim, ezê hêrsbûnê tercîh bikim’ di hişan de cih girt ,di 40’emîn salvegera mirina xwe ya bi guman de, ji aliyê jinên ku îro hîna têdikoşin, hildan.
*Yek ji pîrozahiya axên Kurdistanê kaniya Zernebadê yê li qontara Çiyayê Erekê ye. Bi hatina mehên biharê re kaniya Zernebadê rastî eleqeyek mezin ji aliyê gel ve tê. Jinên ku dibêjin ava kaniyê bi tendûriste, bi bîdonan avê dibin malên xwe.
* Bi boneya salevegera sêdarekirina Şirîn Elemhûlî û Leyla Qasim, endama Jineolojiyê Çinar Salih ji ajansa JINHA re axivî û wateya têkoşîna wan jinan anî ser ziman.