Ji girtiyan piştevaniya kampanya alîkariyê

13:08

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK'î û PAJK'î yên li Girtîgeha Tîpa E ya Erzîncanê ji bo alîkariya navçeya Sûrê ya Amedê ku ji aliye hikûmeta AKP'ê ve hatibû xerakirin 3 hezar û 200 TL alîkarî kom kirin.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Erzîncanê yên PKK'î û PAJK'î ji bo navçeya Sûrê ya Amedê ku ji aliye dewletê ve hatibû xerakirin kampanya alîkariyê dan destpêkirin. Girtiyan 3 hezar û 450 TL kom kirin, ji Gerînendehiya Şaredariya Peyasê ya Amedê re şandin ku gerînendehiyê jî doşek, balgîf û betanî kirî û rasdestî komisyona alîkariyê ya berhevkirinê kir.

(rc)