ROJEVA 10'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Koordinatora Navenda Jinan Binevş Sozdar Zekiye Koç di derbarê serweriya deshilatiya mêran a xwe li Colemêrgê ser jinan dide sepandin de wiha got: "Jin divê bi hev re xwe li hemberî hişmendiya serdest rêxistin bikin. Dema ku jin bûn yek û xwe parastin wê demê ti deshilatî û ti mêr nikarin ser wan serweriyê bikin."
*Jinên taxa Xaçortê yên ku berî 20-30 sal ji gundên xwe bi darê zorê hatin derxistin û hatin li Wanê bicih bûn diyar kirin ku ew hewl didin çanda xwe li bajêr jî bidomînin. Jinan balê kişandin ser kevneşopiya berxwedanê ya taxê jî û wiha gotin, "Dema ku dibêjin Xaçort hemû kes dizanin ku berxwedanek li vê taxê heye. Ji bo zarokên me tenê mîrateya berxwedanê maye."
*Gîzem Yerîk ya ku bi zorê ji dersê hat derxistin û xhat girtin piştî girtiya xwe ya 74 rojan şûnde runiştina wê ya yekem sibê li Bursayê tê dîtin. Gîzemê nameyek şand û jinên hevalên xwe re ji hemû jinên cîhanê re silav şand. Gîzem di nameyê got ‘Ez hêvî dikim ku wê di runiştina yekem de baskên min bidin min.’
*Bi hatina demsala biharê re jinên Efrînê dest bi berhevkirina pelê mêwa kirin. Jinan diyar kirin ku ew amedekariyê zivistanê dikin û gotin ew bi berhevkirina pelên mêwan debara xwe jî pêk tînin.
* 2. Mihrîcana Govendên Kurdistanê ya Rojava ku ji aliyê TEV-Çand ve tê organîzekirin, di 10-11 Gulanê de li Rimêlan wê were lidar xistin. Koma Zelal jî ji bo mihrîcanê amedekariyê xwe bidawî kir.
* Li gorî hêjmara Banqeyê Cîhanê, ji sedê 75 jinên Komboçyayê di sektora çandiniyê de dixebite. Şêwirmendê Wezîrê Çandinî, Daristan û Masîvaniyê Mom Thany qala girîgiya cih girtina jinan di qadê hilberînê de kir û diyar kir ku divê jin ligel piştgiriya ku saziyên civaka sivîl û hikûmetê dide wan xwe bi hêzbikin û got divê xwe wêrektir bikin.
*Wê, bi melhefa xwe mîkrofon girt, êşa jinan bir dengê û bû nûnera herî girîn a hunera şoreşger. Hozan Serhat bi gotinên ‘Mizgîna çeleng, xwedî nav û deng’ ew bibîranî. Xwedî dengê ku li lûtkeyên çiyan deng da Hozan Mizgîn, ev 24 salin ji gihiştiye şehadetê. Stranên Mizginî hîna ji bo zarokên Kurdan tê lorandin, ji bo jinên ciwan jî dibe qêrîna azadiyê.
*Jinên Edeneyê bertek nîşanê êrîş û pêşnûmeya destnedanê ya li hemberî parlamenterên HDP'ê dan û gotin ku hişmendiya desthîlatdariyê di sala 94'an de çawa be niha jî wiha ye.