Li Şirnexê malan xiradikin

13:32

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê hêzên şer ên hikumeta AKP'ê yên nikarin bikevin taxên berxwedanê, bi tank, top û obusan yek bi yek avahiyan bombebaran dikin.

Li Şirnexê ku berxwedana li hemberî êrîşên tevkujiyê di roja 57'emîn de didome, hêzên şer ên hikumeta AKP'ê bi bombebaranê dest bi rojê kirin. Hêzên şer ên nikarin bikevin taxên berxwedanê, bi tank, top û obusên ku li derdora bajêr bicihkirî ne, taxên Yenî, Cumhuriyet, Îsmetpaşa, Gazîpaşa û Bahçelîevlerê bombebaran dikin. Bombebarana ku ji saetên şevê ve li hemberî taxên Bahçelîeveler û Îsmetpaşayê hate kirin, di saetên sibehê de vê carê jî li taxên Îsmetpaşa û Gazîpaşayê didome. Di bombebaranê de hemû avahî yek bi yek hedef tên girtin û hate dîtin ku gelek mizgeft jî bûn hedefa êrîşan. Her wiha, tîmên taybet ên li avahiyên bilind ên derdora taxên Îsmetpaşa Gazîpaşa û Yenîmahalleyê bicih bûne, taxan gulebaran dikin. Li bajêr liv û tevgera ambulansan bênavber didome û li ser bajêr tevgera helîkopter û ÎHA'yan jî didome.

Wekî din, piştî sewqiyata leşkerî ya duh êvarê, di saetên dereng ên şevê de jî bi karwanek 30 wesayîtan car din sewqiyata leşkerî hate kirin.

(kom/zt)