ROJEVA 11'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Gerilayên YJA-Starê yên eniya Kerkuk Hozan Mizgîn bibîranîn û gotin: "Di nava têkoşîna jinê de heval Mizgîn hem hunermedî û hem jî fermandarî kiriye. Divê em weke hevalên jin yên şopdar karibin di roja îro de li mirasa wê xwedî derkevin."
*Ji lîstikvanên yekem fîlmê kurdî yê bi navê Kurneqîz yê trans, Eylem Oden diyar kir ku kişandina fîlm bi piştevaniya gundiyan û xebateke kolektîf bi dawî kirine û got: “Ez amûjna Kerîm ya 30 salî dilîzim. Ez tenê Kerîm diparêzim, piştgiriyê didimê û wî fêm dikim.”
* Bi pêşengiya Desteya Jinê li Kantona Kobanê atolya dirûnê ya xweser hat vekirin. Di atolyê dirûnê de 10 jin dest bi xebatê kirin.
*Li zeviyan çandinî û bostanên li derdora gundê Til Şiîr û Til Cihan ku sebze têne çandin, ger karesateke rû nede, dê nîvê pêdiviyên xwarinê li bazara heremî pêk bê.
*Di serdemeke ku muzîka Kurdî serkeftinên mezin bidest dixe, dengê zelal yê Mizgîn Tahîr ku ji nava şer û kavilan de bilind dibe, bi nasnameya wê ya polîtîk re dibe yek. Mizgîna ku têkoşîna xwe bi nasnameya xwe ya hunerî dike yek, wiha dibêje: “Gelo ez çiqas dikarim layiqê gelê xwe, şoreş, berxwedan û tevgerê bim? Di mijara ku ez bibim layîk hêviya min heye. Ezê ji bo gelê xwe hinek tiştan bikim.”
*Jinên Egtim Sen'a Amedê li atolya jineolojiyê niqaşan dikin. Li atolyê nêzî 60 jin ser mijarên jin, civak û têgihiştina dîrokê niqaş dikin. Li gel ku li ser giringiya dîrokê nirxandin tên kirin mijarên girêdayî jinan jî tên nîqaş kirin.
*Cemile ya ku di dema qedexeya derketina kolanan ser Surê berdewam dikir 27 rojan di mala xwe de mayî diyar kir ku hêzên dewletê li Surê her cure zilim kirin û tiştên jiyankirî vegot. Cemile balkişand ser 5 mehin rakirina qedexeyê û got: "Li Surê dewlet li peyî çiye."
*Hatîce Ozcan bi temenê xwe ya mezin ev 15 sale li kolalên Stanbolê ji bo debara xwe bike mendilan difîroşe. Hatîce ya ku berî 2 heftî xaniyê wê hilweşiya û bi rojan e li kolan û pansiyonan dimîne bang li xêrxwazan kir û got; "Tenê xaniyek ku ez bikaribûm pereyê wî bidim bidin min."